Mîtanî, Dewleta Mîtanî an Xanîgalbat (~ 1550–1260 b.z.) padîşahiyek bakur a rojhilata nêzîk a kevnar e ku navenda padîşahiyê li Rojavayê Kurdistan a îro bû. Padişahîya Mîtanî di navbera sedsalên 17 û 13e yê b.z. li herêma di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de hikûm kiriye. Mîtanî şaxeke ji gelên îranî bûn ku yek ji gelên dîrokî yên li deverên Mezopotamyayê bûn. Ji ber ku li şûnwarên ên kolandinê de hê ti dîrok, salnivîsên padîşah û kronîk nehatine dîtin, agahiyên li ser mîtaniyan li gorî hêzên din ên herêmê kêm e. Agahiyên di derbarê wan de bi gelemperî ji aliyê cîranên wan ve hatiye nivîsandin. Hûrî di dawiya hezarsala 3em ê berî zayînê de li herêmê bicih bûne. Padîşahê Ûrkeşê ya bi navê Hûrî, Tupkish li ser mohra gil a bi dîroka 2300 b.z. li Girê Mozan hatiye dîtin. Yekem nivîsa tomarkirî ya di derbarê zimanê mîtaniyan de nivîsa şahê Ûrkeşê (di sedsala 21ê b.z.) Tiş-atal bû. Piştre Hûrî nifûsa sereke ya Mîtanî ku pêşî bi navê Habigalbat hatiye zanîn pêk anîne. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.